Tirkiyê dê lêkolînê li ser şaredarên piştgiriya terorê dikin bike
Heta niha zêdetirî 19 hevserokên şaredariyên DBPê ji kar hatine dûrxistin yan jî hatine girtin.
K24-Navenda nûçeyan
Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê ragehand ku, niha jî hinek şaredar û endamên civatên şaredariyan piştgiriyê didin terorê.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Nûman Kurtulmuş derbarê ji karderxistina şaredarên Partiya Herêmên Demokrat (DBP) de axivî û got, ji xwe niha jî tê zanîn hinek şaredarî, endamên civata şaredariyan û şaredar hene ku, piştgiriyê didin terorê. Wezareta me lêkolînê li wan dike".
Kurtulmûş wiha jî got: "Ji xwe niha di têkoşîna li dijî terorê de, hinek şaredar ji ber piştgiriya wan ya ji terorê hatine girtin û hinek ji karê xwe jî hatine dûrxistin."
Nûman Kurtulmuş diyar kir ku, hinek şaredar derfetên şaredariyan ji bo piştgiriya terorê bi kar tînin û ragihand; "Wezareta me ya navxwe lêkolînê li ser wan şaredariyan dike. Herwiha Wezareta Darayî wê yekê kontrol dike ku ji bo bê zanîn ev şaredar pereyên şaredariyê çawa xerc dikin."
Heta niha zêdetirî 19 hevserokên şaredariyên DBPê ji kar hatine dûrxistin yan jî hatine girtin.