Erdogan: Em jî rapirsîyê dê bikîn li ser çûn û neçûn a me bo nav Yekitiya Ewropayê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje ew ê derbarê berdewamiya gûftûgoyên beşdarbûna Yekitiya Ewropayê de biçin referandrûmê.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje ew ê derbarê berdewamiya gûftûgoyên beşdarbûna Yekitiya Ewropayê de biçin referandrûmê.

Erdogan li ser referandûma Birîtanyayê ya derbarê man û nemana  li nav Yekitiya Ewropayê ko îro birêve diçe axifî û diyar kir ko sedema çêkirina referandûmê gûftûgoyên endambûna Tirkiyeyê ne. Brîtanya naxwaze Tirkiye tevlî Yekitiya Ewropayê bibe û bi vê hincetê referandûmê dike. Erdogan got Tirkiye ji ber ko welatek misilman e rê li ber tê girtin ko tevlî Yekitiya Ewropayê bibe. Piştî vê yekê ew ê jî wekî Birîtaniyayê biçin dengê xelkê xwe bipirsin. Ger xelk piştgirî bide pêvajoya danûstandinên endambûna Yekitiya Ewropayê ew ê berdewam bikin.