Çarenivîs a demokrasiyê li Tirkiyê piştî yasa ya tayyinkirina kayyuman dê çi be?
Li Tirkiyê partiya desthilatdar AKPê reşnivîsa tayyinkirina kayyuman ya bo şaredariyan amade kir. Reşnivîs li parlamentoyê bû cihê nîqaşan û hat îdiakirin ku Tirkiye bi vê yaseyê bi temamî dev ji demokrasiyê berdide.
K24- Enqere
Li Tirkiyê partiya desthilatdar AKPê reşnivîsa tayyinkirina kayyuman ya bo şaredariyan amade kir. Reşnivîs li parlamentoyê bû cihê nîqaşan û hat îdiakirin ku Tirkiye bi vê yaseyê bi temamî dev ji demokrasiyê berdide.
Beriya hefteyekê Wezîrê Bajarvanî û hawirdorê Mehmet Ozhasekî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan yaseyek amadekirine ku bo wan şaredariyên bi terorê re têkildar kayyum bên tayyînkirin. Piştî vê yekê Serokwezîr Bînalî Yildirim jî îdia kir ku şaredariyên DBPê bi bûdçeya xwe alîkariya PKKê dikin û ew dê beriya parlamento dest bêhnvedanê bike kayyuman ji bo şaredariyên DBPê tayîn bikin. Bi van daxuyaniyan nîqaşên li ser tayînkirina kayyuman dest pê kir. Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu rexneyên giran li Hikûmet û Serokkomar Erdogan girt û armanca reşnivîsê wekî guhertin û berovajîkirina rojevê nirxand.
M.Sezgin Tanrikulu - Parlamenterê CHPê, dibêje:"Hew maye ku kayyuman tayînî malan jî bikin. Ji destê Erdogan were dê ji bo her malekê jî kayyumekî tayîn bike ku bêje tû yê çend zarokan çê bike, te çi li xwe kir, gelo tu fitarî an na? Em ketine vê rewşê."
HDP dibêje şaredarî ew sazî ne ku vîna gel di asta herî bilind de nîşan didin û bi tu awayî ew dê qebûl nekin ku ev vîna gel bi destê kayyuman were tunekirin. Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku Serokkomar Erdogan û Şaredar bi heman awayî hatine hilbijartin.
Meral Daniş Beştaş - Parlamentera HDPê dibêje: "Heger em bikaribin kayyuman ji bo Serokkomariyê, ji bo parlamentoyê tayîn bikin, ev yek çê dibe. Ev yek redkirina demokrasiyê ye ûji binî ve redkirina vîna gel e. Ev dest kişandina ji demokrasiyê ye."
Muxalefet dibêje, heger ew îdiayên ku hikûmeta AKPê dide pêş rast bin, berpirsyar jî ew in ku rê li ber wan sûc û gunehan negirtine. Tê çaverêkirin ku di gotûbêjên li ser reşnivîsêyên li parlamento û komisyonê, dê şer û nîqaşên mezin rû bidin.