Dadgeha Tirkiyeyê ferman da li ser doza Ayten Ozturk lêpirsînê li rêxistina JÎTEMê bikin.

Piştî 24 salan Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê derbarê doza Ayten Ozturk de ferman da Serdoozgeriya Elezîzê û got li ser rêxistina JÎTEMê lêpirsîn bikin.

K24- Hewlêr

Piştî 24 salan Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê derbarê doza Ayten Ozturk de ferman da Serdoozgeriya Elezîzê û got li ser rêxistina JÎTEMê lêpirsîn bikin.

Dadgeha Magezagonê ya Tirkiyeyê derbarê kuştina Ayten Ozturk de ragihand ko  heta niha lêpirsînek xurt nehatiye kirin û heqê wê hatiye xwarin. Dadgeh ji ber vê yekê ji Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê xwest ko di çarçoveya kuştina Ayten Ozturkê de li ser rêxistinên wekî JÎTEMê lêpirsîn were kirin. Herwiha biryar da ko 50 Hezar lîreyên Tirkiyeyê wekî tazmînat bide dê û bavê Ayten Ozturkê.

Ayten Ozturk di sala 1992an de li bajarê Dêrsimê ber mala xwe hatibû revandin. Tê gotin kesê ko wê revandibû endamê JÎTEMê

Mahmût Yildirim bû û piştî êşkenceyên dûr û dirêj bi şêweyek hovane hatibû kuştin.