Turkîya: Belavbûn a Yekêtî ya Ewrûpayê destpêkirîye

Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettîn Canîklî dibêje Yekitiya Ewropayê ketiye konaxa belavbûnê.

K24- Hewlêr

Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettîn Canîklî dibêje Yekitiya Ewropayê ketiye konaxa belavbûnê.

Derbarê biryara xelkê Brîtanyayê ya derketina ji Yekitiya Ewropayê nirxandina yekem ji aliyê Tirkiyeyê ve Cigîrê Serokwezîr Nurettîn Canîklî kir. Canîklî ji hesaba xwe ya twîtirê ragihand ko pêvajoya belavbûna Yekitiya Ewropayê destpêkiriye.  Yê ko herî pêştir dev ji keştiyê berda bû Birîtanya.

Cigîrekî din yê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek jî peyamek manîdar belav kir û got wan nedixwestin qutiya Pandorayê vekin lêbelê qutiya Pandorayê ji zû ve ye vebû.