Demîrtaş: Çek dikarin bi hevokekê bêdeng bibin
Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo ji nû ve destpê kirina pêvajoya aştiyê bila bên em li cihê ku lê rawestiyane ji wir destpê bikin.
k24- Hewlêr
Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku ji bo ji nû ve destpê kirina pêvajoya aştiyê bila bên em li cihê ku lê rawestiyane ji wir destpê bikin.
Selahedîn Demîrtaş li Wanê tevlî xwarina fitarê bû. Demîrtaş anî ziman ku ew naxwazin zarokên Kurd û Tirkan bên kuştin û li ser pêvajoya aştiyê wiha got: Werin em li Dolmebahçeyê ji cihê lê mane ji nû ve destpê bikin. Çek dikarin bi hevokekê bên bêdeng kirin. Lê ev zilam aştiyê naxwaze. Derdê wî ewe ku hemû dewletê bixe di destê xwe de.
Demîrtaş ji ber şer û pevçûnên li navçeyên Bakûrê Kurdistanê rexne li Tirkiyê girt û wiha got, Bi şewitandina Tirkiyê, Antalya û Bodrum hatin şewitandin. Me gelek xwest vê yekê bidin rawestandin. Tû tenê dixwazî Kurdên li Cizîrê bişewitînî, lê tû her derê dişewitênî.