Tirkiye encama referandûma Brîtanyayê bi neyînî dinirxîne

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê dibêje, bi îro re demeke nû dest pê dike û ji vir û pê ve, êdî tiştek wek berê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê dibêje, bi îro re demeke nû dest pê dike û ji vir û pê ve, êdî tiştek wek berê nabe.

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk, di avahiya Wezareta Yekîtiya Ewropayê de, encamê referandûma Brîtanyayê nirxand û got, ew rêz li biryara gelê Brîtanyayê digirin, lê ji bo pêşeroja cîhan û Ewropayê biryarek baş nebû. Di warê başî û nebaşî de, êdî ti tiştek wek berê namîne.

Çelîk da xuyakirin, Tirkiye xwe di nav Yekîtiya Ewropayê de dibîne û di mercên nû de ew dixwazin bibin endamê nirxên Yekîtiya Ewropayê.

Çelîk da zanîn, diyar dibe Ewropa bo krîza penaberan deriyên xwe ji derve re digire û ev yek dê bandorek li Tirkiyê jî bike û referandûma Brîtanyayê bi xwe re nîqaş û biryarên nû dê bîne meydanê.

Roja 23 Hezêranê, nêzîka ji sedî 52 ji rêjeya dengên gelê Brîtanyayê di referandûmekê de, dengên xwe dan bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê.