Wezîrê Derve yê Tirkiyê diçe Rûsyayê

Bi xistina balafira Rûsya ya ji aliyê Tirkiyê ve, peywendiyên di navbera herdu aliyan de xirab bibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare di çarçoveya beşdarîkirina di civîna Yekîtiya Aboriyê ya Deryaya Reş de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo serdana Rûsyayê bike.

Mewlûd Çawîşoglu wê roja 1ê Temûzê biçe bajarê Soçî yê Rûsyayê û tevlî civîna Yekîtiya Aboriyê ya Deryaya Reş bike. Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya jî anî ziman ku wan Tirkiye û Ukrayna ji bo civînê vexwendine. Meha adarê jî li bajarê Rostov civînek hatibû lidarxistin, Tirkiye beşdar bibû û Ukrayna beşdar nebibû.

Bi xistina balafira Rûsya ya ji aliyê Tirkiyê ve, peywendiyên di navbera herdu aliyan de xirab bibûn. Serokomarê Tirkiyê jî roja dûşemê bi nameyekê daxwaza lêborînê ji Rûsyayê kir.