Teqîna firokxaneya Stanbolê: 10 kuştî û 20 birîndar

Nûtirîn pêşhatên teqînên firokxaneya Atatûrkê ya Stanbol, 10 kuştî û 20 birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûtirîn pêşhatên teqînên firokxaneya Atatûrkê ya Stanbol, 10 kuştî û 20 birîndar hene.

Berpirsê polîsa Stanbolê ragihand ku, di dema ku kesekî li xala pişknînê xwastibû berve hola rûniştina geştiyaran ve biçe, teqe li wî kesekî bi gûman hate kirin û hate kuştin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî ragihand, li gor agahiyan destpêka 10 kuştî û 20 birîndar ji encama teqînê hene.