teqînên Stenbolê: 36 kuştî û 147 kes birîndar
Şeva borî li firokxaneya Etatûrk li Stenbolê sê kiryarên xwekujî rû dan.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yelidirim ragehand ku, hejmara kuştiyên teqîna firokxaneya Etatûrk li Stenbolê gehşte 36 kesan, da zanîn ku, sê teqîn rû dabûn.
Derbarê amarên nû yên teqînên Stenbolê, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yelidirim ragehand ku, hejmara wan kesên ku, şeva borî canê xwe ji dest dane giheştin 36 kesan. Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehand ku, amara birîndaran jî bûye 147 kes.
Yeldirim aşkere jî kir ku, amaje tê kirin ku, DAIŞ li pey pêkanîna wan teqînan e.
Ji aliyê xwe ve jî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatên cîhanê kir bi taybet welatên Rojava ku, pêwîste ew teqîn bibe egera xebateke hevpeş di şerê li dijî DAIŞê.
Şeva borî li firokxaneya Etatûrk li Stenbolê sê kiryarên xwekujî rû dan.