Di siyasta Tirkiyê ya derve de çi guhetin çê dibe?
"Rûsyayê lêborîn nexwestiye û diyarkir ku, Îsraîlê ji bo asayîkirina têkiliyan sê şertên Tirkiyê cîbicî kiriye. "
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê rojeva serokê ya partiyan helwesta nû ya AKPê ya polîtîkaya derve û lêborîna ji Rûsyayê bû. Serokwezîr Binali Yildirim ragihand ku wan ji Rûsyayê lêborîn nexwestiye û partiyên muxalefetê jî nêzîkbûna Tirkiyê ya bi Îsrail û Rûsyayê wek bêrêgeziyê nirxand.
Li Tirkiyê, di komcivînên partiyên siyasî de, mijara sereke ya bû cihê nîqaşan hewldanên asayîkirina têkîliyên bi Îsrail û Rûsyayê re bû. Serokwezîr Binali Yildirim piştî komcivîna partiya xwe bersiv da pirsên rojnamegeran û got wan ji Rûsyayê lêborîn nexwestiye û diyarkir ku, Îsraîlê ji bo asayîkirina têkiliyan sê şertên Tirkiyê cîbicî kiriye.
Derbar vê yekê Serokwezîr Binali Yildirim wiha got:
"Lêborîn, tazmînat û hêsankirina gihiştina Gazzeyê şertên me ye. Îsraîlê di 2013an de bi awayekî fermî lêborîn xwestibû. Her du şertên din jî di encama gotûbêjên doh de temam bû û peyman hate îmzekirin."
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji meşandina polîtîkayên derve yên Erdogan mînak da û diyar kir ku ji ber wan polîtîkayan tu qedrê Tirkiyê nemaye. Kiliçdaroglu îdia kir ku Îsraîlê tu lêborîn ji Tirkiyê nexwestiye û bal kişand li ser nameya lêborînê ya Tirkiyê ku ji bo Rûsyayê şandiye.
Herwiha Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilidaroglu jî wiha axifî:"Îsraîlê nameya lêborînê ji bo Tirkiyê neşandiye. Lêborîn nexwestiye. Lê belê Tirkiyê nameya lêborînê ji bo Rûsya dişîne. Erdogan rûmeta vî gelî xistiye bin piyan."
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag nerazîbûna xwe anî ziman ku ev guhertina di polîtîkaya derve de wek serkeftinekê tê nişandan û îdia kir ku armanca Îsraîlê şandina gaza Filistînê ya bo Ewropayê ku dixwaze ji ser Tirkiyê vê yekê pêk bîne.
Jialiyê xwe ve Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag wiha got:"Niha vê polîtîkaya derve wek serketina meşandina dîplomasiyeke mezin nîşan didin. Henekê xwe bi aqlê mirovan dikin. Ji Rûsyayê lêborîn xwestin, lê dibêjin me lêborîn nexwestiye. Gelo tu lêborînê bixwazî tu yê çi ji dest bidî?"
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî di komcivîna partiya xwe de rexneyên giran li AKPê girtin û diyar kir ku desthilatdariya AKPê di polîtîkayên derve de, ne rêgez û ne jî bawerî hiştiye. Bahçeli polîtîkayên hikûmetê yên derve wek polîtîkayên rojane nirxand ku dê di dahatûyê de zirareke mezin bide Tirkiyê.