Karvedan a hevwelatî û geştyaran beranber teqîn ên Istnabûlê
Sibha çarşemê li stenbolê sibheke giran bû, piştî êrîşa li ser firokexaneya ataturk roja sêşemê ku 36 kes hatin kuştin u 100 birîndar bûn, xelk jî ev êrîş şermezar kirin û weke tawan bi nav kirin.
K24- Hewlêr
Sibha çarşemê li stenbolê sibheke giran bû, piştî êrîşa li ser firokexaneya ataturk roja sêşemê ku 36 kes hatin kuştin u 100 birîndar bûn, xelk jî ev êrîş şermezar kirin û weke tawan bi nav kirin.
Welatîeyek dibêje:Ev komkujiyeke mezin e, nabe xelk bêdeng bibin, ez vê yekê şermezar dikim, ez xembarim, ez nikarin tiştekî bêjim, ev bûyereke ne miroviye.
Tu alî berpirsayetiya xwe hember vê bûyerê neda xuyakirin, lê hikûmeta tirkiyê rîxistina daişî tometbar dike, û weke yek ji êrîşên herî xwînrêj hate bi nav kirin.
Geştiyarek jî dibêje:Nûçeke xembar bû, ez ji şeva bûrî ve li tirkiyê me, welatê min jî li jêr metirsiya terorê ye, terror u tundî tu pirsgirêkê care nakin, hêvîdarim ku xelkên tirkiyê xurt bin û rûbirûbûna vê yekê bikin.
Ataturk mezintirîn firokexaneyên tirkiyê ye, êrîşa li ser jî ji gelek aliyan ve weke êrîşa li ser firokexaneya brûkslê bû, welatî û aliyên navdewletî bi giştî ev êrîş şermezar kirin tevî ku yeke ji zincîreke êrîşên terorî li ser tirkiyê.