Gelo li Tirkiyê hilbijartineke peşwext dê pêk bê an na?

Serokê Parlamentoya Tirkiyê yê berê Bulent Arinç di bernameyeke fitarê de diyar kir ku egera hilbijartineke pêşwext heye û da zanîn ku divê hemû partî ji bo vê yekê amede bin. Gelo ev daxuyaniyên Arinç tên çi wateyê. Pisporên siyasetê bersiva vê yekê didin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7461b4e1-6bb1-4923-93cc-6ae8240a76f6/HilbijartinenPeshwext.ism/manifest

K24-Bakura Kurdistanê

Serokê Parlamentoya Tirkiyê yê berê Bulent Arinç di bernameyeke fitarê de diyar kir ku egera hilbijartineke pêşwext heye û da zanîn ku divê hemû partî ji bo vê yekê amede bin. Gelo ev daxuyaniyên Arinç tên çi wateyê. Pisporên siyasetê bersiva vê yekê didin.

Serokê ParlamentoyaTirkiyê yê berê Bûlent Arinç, piştî ku destê xwe ji siyasetê vekişand bi rexne û daxuyaniyên xwe yên balkêş hem li hemberî Erdogan hem jî li hemberî AKPê her tê rojevê. Arinç herî dawîn li bajarê Manîsayê beşdarî wê roja fitarê ku ji aliyê AKPê ve hatibû sazkirin bû. Arinç dîsa bi daxuyanike derveyî rojevê bala raya giştî kişande ser xwe û diyar kir ku di sala 2019an de dê li Tirkiyê hilbijaritinên pêşwext pêk bên. Arinç di heman demê de hişyarî da partiya xwe da ku ji niha ve dest bi amadekariyên xwe bike.

Bi boçûna pisporê siyasetê Nebî Miş, ji ber germahiya rojeva Tirkiyê nîqaşa mijara hilbijartina pêşwext rû daye, lewre bi baweriya Mîş ne mimkûne ku hilbijartineke pêşwext pêk were.

Nebî Miş – Siyasetnas, got:"Hilbijartinên pêşwext tim tên axaftin. Lê belê di serdama AKPê de dê tiştekî bi vî awayî pêk neyê. Ez bawer dikim ku nîqaşên derbarê pergala Tirkiyê de dibin sedama van gotinan."

Li Tirkiye di sala 2015an de du hilbijartin bi rê ve çûn. Gelo niha ji bo hilbijartineke nû raya giştî çiqasî amade ye? Heger hilbijartineke nû were lidarxistin, dê ji bo demokrasiyê were çi wateyê? Li gorî pisporan hilbijartin rê û nîşaneya herî baş ya demokrasiyê ye, lê belê ji ber daxuyaniyên tund yên di prosesa hilbijartinê de, hilbijartinên li Tirkiyê di bin rêbazên antî-demokratîk de derbas dibin.

Sarp Balcı- Sîyasetnas-Akademîsyenê Zanîngeha Enqerê, got:"Tirkiye di hilbijartinên giştî yên Mijdarê de, tu partiyan wek AKPê çapemenî bi kar neanîn û bi awayekî wekhev li ser ekranan cih negirtin. Ji ber şerê li bakûrê Kurdistanê û teqînan kampanyayên hilbijirtinê sekinîn Li gorî raporta AGÎTê ya derbarê hilbijartinan de azadiya axaftinê bi rehetî nehatiye bikaranîn. Daneyên îstatîstikên navneteweyî dide xuyakirin ku Tirkiye ji aliyê demokrasiyê ve bi paşve diçe." 

Li aliyê din, piştî gotinên Bûlent Arinç, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildiram di bernameya televîzyoneke taybet de got; gel hilbijartinê naxwaze, lê başbûna aboriyê dixwaze. Niha gelo dê hilbijartina pêşwext pêk were an na, ev yek ne diyar e, lê belê nîqaşa li ser vê mijarê wisa xuyaye ku dê her berdewam be.