Ji ber êrîşa li firokxaneya Ataturkê şîna netewî hat ragehandin

Li Tirkiyê, ji ber êrişa firokxaneya Ataturk ya Stenbolê, bo maweya rojekê şîna netewî hat ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, ji ber êrişa firokxaneya Ataturk ya Stenbolê, bo maweya rojekê şîna netewî hat ragehandin.

Duh li firokxaneya Ataturkê ya Stambolê êrîşek pêk hat û 2 teqîn çê bûn. Hikûmeta Tirkiyê ji ber kuştina 41 kes û birîndar bûna 239 kesan şîna netewî ragehand.

Piştî ragehandinê, alayên Tirkiyê yên deverên fermî heta nîvî hatin daxistin.

Di êrişa şeva borî de, 41 kesan canê xwe ji dest dabûn ji nava wan 6 welatiyên biyanî.

Rayedarên Tirkiyê destnîşan kirin, ku DAIŞ ji ber wê êrişê berpirsiyar e.