Li Istanbolê operasyûnek li dijî Daişê hat encamdan

Li Tirkiyeyê bajarê Stenbolê li hemberî DAÎŞê operasyonek berfireh hate kirin.

K24- Istanbol 

Li Tirkiyeyê bajarê Stenbolê li hemberî DAÎŞê operasyonek berfireh hate kirin.

Îro berbangê tîmên têkoşîna li dijî terorê ya girêdayiya Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê li gelek navçeyên wekî Pendîk, Başakşehîr û Sultanbeyliyê li dijî DAÎŞê operasyonek berfireh birêvebirin û bi ser malan de girtin. Polîsan li malan lêgerîn kirin û li Taxa Şihli ya navçeya Pendîkê kesekî hate binçavkirin. Lêbelê derbarê hejmara binçavkiriyên din de heta niha ti agahî nehatine belav kirin. Gûmanbarên operasyonê piştî ko li nexweşxaneyê kontrola saxlemiyê hate kirin bi armanca îfadeya wan were girtin li Midûriyeta Ewlekariyê hatin birin.

Pêr li blafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê di encama 3 êrîşên xwekûjiyê de 42 kes canê xwe ji dest dabûn 238 kes jî birîndar bûbûn.