Demîrtaş:DAÎŞ di nav saziyên fermî yên dewleta Tirkiyeyê de rêxistinî bûye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş dibêje DAÎŞ nav saziyên fermî yên dewleta Tirkiyeyê de rêxistinî bûye.
K24- Hewlêr
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş dibêje DAÎŞ nav saziyên fermî yên dewleta Tirkiyeyê de rêxistinî bûye.
Demîrtaş li Stenbolê di bernameya fitarê ya partiya xwe de derbarê teqîna Balafirgeha Atatûrkê de axifî û diyar kir ko DAÎŞ li nav saziyên fermî yên wekî Wezreta Perwerdehî, Tendûristî û Balafirgehan de qadir û alîgirên cih be cih kiriye û bûne karmendên fermî yên dewletê. Di çarçoveya teqîna balafirgehê de jî Demîrtaş rexne li daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirim yên wekî ``kêmasiya standina bergiriyên ewlekariyê nîne`` girt û îdia kir ko haya dewletê ji teqînê hebû û bin kontrola wan de hatiye kirin.
Pêr li blafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê di encama 3 êrîşên xwekûjiyê de 42 kes canê xwe ji dest dabûn 238 kes jî birîndar bûbûn.