Demîrtaş hat gazîkirin bo dadgehê
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji bo îfadedayîne hate vexwendin.
K24- Hewlêr
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji bo îfadedayîne hate vexwendin.
Piştî ko parêzbendiya parlementeran hate rakirin Serdozgeriya Enqereyê îro di çarçoveya lêpirsîneka ji aliyê Serdozgeriya Mêrsînê ve tê birêvebirin bang li Hevserokê HDPyê Demîrtaş kir ko îfadeya xwe bide. Mijara fezlekeya Demîrtaş axaftinên wî yên di 27ê Sibatê de li bajarê Mêrsînê kiriye pêk tên. Demîrtaş di wê axaftina xwe de nerazîbûn li hemberî operasyonên li bakurê Kurdistanê nişan dabû û dorpêçkirina navçe û bajarên kurdan ji aliyê hêzên leşkerî ve rexne kiribû. Demîrtaş ji ber vê daxuyaniya xwe bi piçûkxistina leşker û polîsên Tirkiyeyê hatiye sûncdar kirin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.
Demîrtaş berî niha diyar kiribû ko ew naçin li dadgehê îfadeyê nadin.