Erdogan: Dema IHHyê alîkarî ji Filîstîniyan re bir, destûr ji min nexwast

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî rêkeftina ligel Îsraîlê rexne li Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH)yê girt û da zanîn ko dema (IHHÎ)yê alîkarî ji Filîstîniyan re dibir destûr ji wî nexwestiye.

Erdogan di axaftina xwe ya bernameya fitarê ya li gel karmendên Qesra Serokomariyê de got wan jixwe alîkariya Filistiniyan dikir û Îsraîl soz daye ko dê di demên pêş de jî  alîkarî ji bo Gazzeyê were kirin.

6 sal berê IHHyê bi hinceta alîkariya mirovî bikin bi keştiyekê ber bi Gazzeyê bi rê ketibûn. Lêbelê leşkerên Îsraîlê desttêwerdanê kiribûn û 9 kesên nav keştiyê de canê xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê Erdogan ragihandibû ko wî destûr daye IHHyê ko alîkariya mirovî li Filistiniyan were kirin. Ev daxuyaniya Erdogan jî di tora medyayî ya civakî de ciheka berfireh girt û wekî nakokiyeke dijwar hate nirxandin.