Du rojnamevanên Ozgur Gundemê serbest hatin berdan
Seroka Dezgeya Mafên Mirovan ya Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û rojnameger Erol Onderoglu ku ji ber nobeta rojnameya Ozgur Gundemê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Seroka Dezgeya Mafên Mirovan ya Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û rojnameger Erol Onderoglu ku ji ber nobeta rojnameya Ozgur Gundemê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
Şebem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin bi armanca piştevaniya rojnameya Ozgur Gundem ku piraniya peyamner û rêveberên wê hatine girtin, bo maweya rojekê nobedariya Rêveberiya Giştî ya Weşanê kiribûn û di 20'ê Hezîranê de hatibûn girtin.
13'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê, îdîanameya ku derbarê girtiyan de hatibû amadekirin, îro qebûl kir û ji ber kombûna delîlan û gûmanan reva wan nîne, biryara serbest berdana Fîncanci û Onderoglu da. Prof. Şebnem Korur Fîncanci li pêş girtîxaneyê bi aheng û govendê hat pêşwazî kirin.
Hat ragehandin, 14emîn Dadgeha Giran hê biryara xwe derbarê îdîanameya Ahmed Nesîn de nedaye û ji ber vê rewşa wî ya girtinê berdewam dike.