Rûsyayê siza li ser Turkîyayê hilgirtin

Serok ê Rûsyaê Viladîmêr Potin hilgirtin a hinek siza yên ser Turkîyayê wajû kir.

K24- Hewlêr

Serok ê Rûsyaê Viladîmêr Potin hilgirtin a hinek siza yên ser Turkîyayê wajû kir.

Koçk a Kiremlîn di beyannameyekê de ragehand: Potin siza yên Moskoyê dij bi Turkîyayê di bwar ê firoştin û geşt ên Asmanî bo Turkîya rakirin û her evro jî dê bihê encamdan.

Di wê ragehandinê de  amaje kirîye bi pêşxistin a peywendî yên abûrî di navber a Rûsya û Turkîyay de û tekez li ser pêşxitin a evê bwarê hatîye kirin wek serdem a berî bûyer a êxistin a firoke ya Rosyayê.

Hilgirtin û rakirin a sizayan Rûsyayê li ser Turkîyayê, piûtî ewê yekê dihê ku serok ê komar a Turkîyayê  di nameyekê de bo Potin daxwaz a lêborînê kiribû, duv re, bi dû rojan herdû alî di peywendîyek a telefonî de rêkkevtin ku peywendî yên herdû alîyan asayî bikin.