Rûsyayê siza li ser Turkîyayê hilgirtin
Serok ê Rûsyaê Viladîmêr Potin hilgirtin a hinek siza yên ser Turkîyayê wajû kir.
K24- Hewlêr
Serok ê Rûsyaê Viladîmêr Potin hilgirtin a hinek siza yên ser Turkîyayê wajû kir.
Koçk a Kiremlîn di beyannameyekê de ragehand: Potin siza yên Moskoyê dij bi Turkîyayê di bwar ê firoştin û geşt ên Asmanî bo Turkîya rakirin û her evro jî dê bihê encamdan.
Di wê ragehandinê de amaje kirîye bi pêşxistin a peywendî yên abûrî di navber a Rûsya û Turkîyay de û tekez li ser pêşxitin a evê bwarê hatîye kirin wek serdem a berî bûyer a êxistin a firoke ya Rosyayê.
Hilgirtin û rakirin a sizayan Rûsyayê li ser Turkîyayê, piûtî ewê yekê dihê ku serok ê komar a Turkîyayê di nameyekê de bo Potin daxwaz a lêborînê kiribû, duv re, bi dû rojan herdû alî di peywendîyek a telefonî de rêkkevtin ku peywendî yên herdû alîyan asayî bikin.