Li Tirkiyê yaseke nû hate qebûl kirin

CHPê diyar kir ku, ew ê rê li ber vê yekê bigirin û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

K24-Enqerê

Li Tirkiyê yaseke nû hate qebûlkirin ku sererastkirinên bingehîn di Dadgeha Bilind û Lijneya Dewletê de pêk tîne.  CHP îdia dike ku bi yaseyê dê daraz bi temamî têkeve bin hikmê siyasetê û herwiah dibêje ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin ku ev yase were betalkirin.

Li Tirkiyê yaseke nû hate qebûlkirin ku sererastkirinên bingehîn di Dadgeha Bilind û Lijneya Dewletê de pêk tîne.  CHP îdia dike ku bi yaseyê dê daraz bi temamî têkeve bin hikmê siyasetê û herwiah dibêje ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin ku ev yase were betalkirin.

Alîkara Serokatiya Giştî ya CHPê Zeynep Altiok û parlamentera Enqerê Şenal Sarihan li parlamentoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin piştî cejna Remezanê karê wan yê pêşî ew e ku serî li Dadgehê bidin.

Derbarê vê yekê Parlamentera CHPê Şenal Sarihan wiha got:"Ne mimkûne ku em vê operasyona darazî qebûl bikin ku li seranserî Tirkiyê dadgehên xwedî rayeyên taybet ava dike. Rêgeza rewa ya dadgeran û  dadgehên serbixwe bi awayekî aşkere hatiye binpêkirin."

Alikara Serokatiya Giştî ya CHPê Zeynep Altiok jî diyar kir ku dema li Tirkiye behsa kuştinên kiryar nediyar yên siyasî û qetliyaman tê kirin bêhiqûqî dibe tiştekî ji adatê. Altiok nerazîbûn nîşanî yaseya nû jî da û îdia kir ku bi vê yaseyê daraz tu hikmê xwe nemaye û bi temamî radestî AKPê hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve Alikara Serokatiya Giştî ya CHPê Zeynep Altiok  wiha axifî:"Pergaleke hiqûqî ku bi fermana desthilatdariyê tevdigere tu cudahiya xwe ji dadgehên engizisyonê nîn e."

Li gorî CHPê bi yaseya nû desthilatdariya AKPê dê dest bi tayînkirina dadgehên nû bike ku, darazeke bi fermana wê tevbigere ava bike. CHPê diyar kir ku, ew ê rê li ber vê yekê bigirin û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.