Çawûşoglu: pêwendiyên me bi Rûsyayê re dê berdewam bin
Çawûşoglu got, ji vir û pê ve di warê fermî de tu asteng nemaye ku, geştiyarên rûsî werin Tirkiyê
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu dibêje, pêwendiyên ku, bi Rûyayê re qut bûbûn, dê berdewam bikin.
Çawûşoglu, piştî ku ji Rûsyayê vegeriya, ser daxwaza qeymeqamê navçeya geştiyariyê Alanyayê, li bajarê Antalyayê beşdarî bernameya fitarê bû.
Çawûşoglu da zanîn ku, Tirkiye û Rûsya armanc dikin ku, pêwendiyên xwe bibin beriya ku balefir hatiye xistin û di warê aborî de dê gavên girîng tên avêtin.
Çawûşoglu got, ji vir û pê ve di warê fermî de tu asteng nemaye ku, geştiyarên rûsî werin Tirkiyê û êdî kar dikeve ser acenteyan û sektora geştiyariyê.