Tirkiyê amadeya navenda Încîrlikê ji Rûsyayê veke

Çavuşoglo diya kir ku, Ji ber DAÎŞ rêxistineka terorê ye û li hemberî wê pêwîst e têkoşînek hevpar were dayîn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu ragehand ku, ew dikarin barêgeha Încîrlikê ji Rûsyayê vekin.

Derbarê vekirina wê navendê  Çavusoglu di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew di tekoîşîna li dijî DAIŞ de ligel herkesî nav hevkariyê de ne.

 Da zanîn ku, Baregeha Încîrlikê wan ji bo welatên ku, dixwazin li dijî DAÎŞê şerî bikin vekiriye û Ew dikarin heman xebatê ji bo Rûsyayê jî bikin. Ji ber DAÎŞ rêxistineka terorê ye û li hemberî wê pêwîst e têkoşînek hevpar were dayîn.

Çavuşoglu herwiha eşkere kir ku, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn beriya civîna G20ê an di dawiya meha Tirmehê de an jî di destpêka meha tebaxê de bicivin.