Li firokxaneya Ataturkê 2 gûmanbar hatin girtin
Polîsên Stenbolê, li firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê, 2 guûmanbarên DAIŞê desteser kirin. Li ser her du kesan kelûpelên leşkerî hatin bidestxistin.

K24 – Stanbol
Polîsên Stenbolê, li firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê, 2 guûmanbarên DAIŞê desteser kirin. Li ser her du kesan kelûpelên leşkerî hatin bidestxistin.
2 gûmanbar ji Ukraynayê hatin firokxaneya Ataturkê ya Stenbolê. Polîsan ji her du kesan ketin gûmanê û li ser wan geriyan.
Ji gûmanbaran li ser K.V (25) pasaporta Kirgizîstan û Rûsyayê, li ser F.M.Î (35) jî pasaporta Kirgizîstanê hatin dîtin.
Di çenteyên her du gûmanbaran 4 dûrbîn, 3 cilên leşkerî hatin bidestxistin.
Ji aliyê din ve der barê êrîşa li firokxaneyê de ji 24 gûmanbaran, 13 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Roja 28 Hezêranê, hejmarek çekdar êrîşeke mezin li firokxaneya Ataturk ya Stanbolê kirin û teqe li geştiyarn kirin û xwe teqandin, di encamê de 42 kesan canên xwe ji dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.