Tirkiye: 30 kes li ser teqînên Stenbolê hatine girtin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala diyar kir ku, heta niha 30 kes li ser teqînên li firokxaneya Atatûrk ya li Stenbolê hatine girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala diyar kir ku, heta niha 30 kes li ser teqînên li firokxaneya Atatûrk ya li Stenbolê hatine girtin.
Efkan Ala destnîşan kir ku wan ji despêka salê ve pêşî li 146 êrişên xwekujî girtine. Ala anî ziman ku, kesên tên girtin radestî dadgehê dikin.
Derbarê teqînên li firokxaneya Atatûrk de jî Ala wiha got, heta niha 30 kesên alîkarî dane teqînê hatine girtin. Van kesan alîkariya hersê êrişkaran kiriye. Ji vê hêjmarê 15 kes biyanî ne.
Roja 28ê Hezîranê sê teqînên cûda li balafirxaneya Atatûrk ya Stenbolê rûdan. Di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bibûn.