Erdogan ligel şandekê çû Polandendayê

Bi mebesta civîna Natoyê çû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û şanda Wezareta Derve û Parastinê bi armanca beşdarbûna civîna NATO ya li paytexta Polandê Varşovayê bi rê ketin. Erdogan, li balefirxaneyê civînek çapêmenî daxist û got, dixwazin NATO, bo parastina ewlehiya Tirkiyê çalaktir be.

Derbarê vê yekê Serokomarê Tirkiyê

 Receb Tayîb Erdogan wiha got: "Civîna Varşovayê bo herêm û cîhanê di demek girîng de tê lidarxistin. Di nav çend rojan de li Stenbol, piştre li Bexda û Erebîstanê teqînên mezin rû dan. Wek tê dîtin, ne tenê ji bo hin welatên rojhilatanavîn û bakurê Afrîkayê, di heman demê de bo hemû cîhanê rewşa terorê her diçe hesas dibe.

Li Fransa, Belçîka, Tûnûs û herî dawî li Amerîkayê êrişên mezin rû dan. Li ku derê be û çawa bê parastin jî, tu welat ne li derveyî vê ne.

Li tenişt metirsiyên klasîk, metirsiyên wek DAIŞ, El-Qaîde, PKK û YPG jî li herêmê sedemên kêşeyên ewlehiyê ne. Her wiha koçberî û penaber bandor li hemû cîhanê dikin.

Êdî têgîhiştina metirsiya ewlehî diguhêre. Divê NATO hê çalak be û hember metirsiyên nû xwe nû bike û rola xwe ya çavtirsandinê berdewam bike. Em dixwazin Nato hê zêde, tiştên bo ewlehiya Tirkiyê  xeter in çalaktir be.

Niha Sûriye ber bi tunebûnê diçe. Em nikarin çavên xwe ji vê re bigrin. Li welatê me 3 mîlyon penaber hene û heta niha me 20 mîlyar dolar xerc kirine. Ji derve tenê 550 mîlyon alîkarî bo me hatiye. Em dixwazin endamên NATO'yê di vê warê de jî barê me sivik bikin.