Tirkiye: Di 3 mehên dawiyê de zêdetirî 7 hezar hatine girtin

Li Tirkiyê 187 hezar û 647 girtî hene û hêjmara girtiyan di dema hikûmeta AKPê de ji dema darbeya 12'ê îlona sala 1980 derbas kiriye.Li gorî wezareta dadê ya Tirkiyê di nava 3 mehên dawiyê de 7 hezar û 391 kes hatine girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên Wezareta Dadê ya Tirkiyê di dema derberya 12 Îlonê de li Tirkiyê 79 hezar girtî hebûn, lê niha 187 hezar û 647 girtî hene. Her wiha di nava 14 salên deshilatdariya AKPê de 139  girtîgehên nû hatine avakirin.

Li gorî tomarên Rêveberiya Giştî ya Wezareta Dadê ya Tirkiyê di sibata 2016an û pê ve 290 girtîgehên sergirtî, 60 girtîgehên serbixwe, 2 malên tîmarxane (islah) yên zarokan, 5 girtîgehên sergirtî yên jinan û 3 girtîgehên sergirtî yên zarokan hene.

Her wiha di navbera salên 2006 - 2016an de 105 girtîgeh û 34 avahiyên pêkve hatine avakirin.

Fly Erbil Advertisment