Yildirim: Dixwazin, li derve û li hundir dostên xwe zêde bikin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje dixwazin, li derve û hundir dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin û heta PKK çalakiyên xwe ranewestîne, dê operasyon jî berdewam bikin.
K24- Hewlêr
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje dixwazin, li derve û hundir dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin û heta PKK çalakiyên xwe ranewestîne, dê operasyon jî berdewam bikin.
Yildirim, di Akademiya Siyasetê ya AK Partiyê de axivî û got, ew hemû welatan dost dibînin û dixwazin, bi hemû welatên derdora Deryaspî û Deryareşê hevalbendiya xwe pêş bixin.
Yildirim got, hesabên ku bi peymana Lozanê hatine paşxistin dîsa tên pêş wan û hin planên veşartî hene ku tê xwestin qedera herêmê were guhertin.
Yildirim derbarê operasyon û şer û pevçûnên bakurê Kurdistanê de jî got, kontrolkirina terorê armanca wan ya sereke ye û derbarê vê de, divê tu kes nesîhetan nede wan û da xuyakirin, heta ku PKK çalakiyên xwe bi dawî neyîne, kuştina serbaz û polîsan ranewestîne, operasyon jî bi dawî nabin.