Balafirgehên Stenbole wek rojen heşrê ye

Beriya 2 hefteyan balafirgeha Ataturk ya Stenbolê bi êrîşa 3 xwekuja ketîbû rojeva dinyayê de. Ev balefirgeh vê carê ji ber cejna Remezanê ket rojevê de û ji ber cejnê rekoreka geştên balefira hat şikandin.Dinava 1 rojê de li vê balefirgehê hezar û 443 geştên balefiran çêbû û ev jî bû rekorek.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bf96483f-aa9f-4e7f-bb9f-e04bdb5fac44/Balafirgehen%20Stenbole.ism/manifest

K24- Hewlêr

Beriya 2 hefteyan balafirgeha Ataturk ya Stenbolê bi êrîşa 3 xwekuja ketîbû rojeva dinyayê de. Ev balefirgeh vê carê  ji ber cejna Remezanê ket rojevê de û ji ber cejnê rekoreka   geştên balefira  hat şikandin.Dinava 1 rojê de  li vê balefirgehê hezar û 443 geştên balefiran çêbû û ev jî bû rekorek.

Yek ji bajarên herî mezin yê Dinyayê  Stenbolê  ji ber cejna remezanê qerebalixek gelek zêde çêbû.Bi milyonan kes ji bo ku 9 rojên tehtîla cejnê biborinin  ji Stenbolê derketin û çûn cihên geştyarî û bajarên xwe. Her wiha ji gelek welatan hejmarek zêde geştyar jî  hatin Stenbolê.

Dema ku tehtîl an jî betlane xelas bû jî ew kesên ji stenbolê derketîn vegeriyan.Ji ber vegeriyana milyonan kesan  hem li otogarên otobûsan hem jî li balefirgehan qerebalixelek gelek zêde çêbû.

Li otogara mezin ya Stenbolê bi kîlometreyan otobûs pişt hev kombûn û li herdu balefirgehên Stenbolê jî hergav balefir dadan û rabûn.ji ber nebûna cihî hinek balefir  ji bo ku dadin ketin rêzê de û li asîmanên stenbolê geriyan.

Balefirgeha ataturk ya ku hefteya borî rastî êrîşa xwekujên DAÎŞê hatî û di encama êrîşê de 45 jiyana xwe ji dest dayîn vê roja yekşemê rekorek şikand.

Tenê roja yekşemê ji vê balefirgehê hezar û 443 geştên balefiran çêbûn.Her wiha di heman rojê de bi rêya van balefiran 142 hezar kes çûn û hatin.

Tê dîtin ku Stenboliyan tirsa êrîşên xwekujîyê hinekê ji ser xwe avêtîne.