Maf ê Mirov:Turkîya nahêle vekolîn bihê kirin li ser sedem a kuştin a sivîlan

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan – (Human Rights Watch) dibêje: Dewleta Tirk, nehîştiye li bakura Kurdistanê sedemên kuştina sivîlan bên lêpirsînkirin û dixwaze, demûdest bûyerên Cizîrê bên lêpirsînkirin.

K24 - Hewlêr

Human Rights Watch, derbarê wêrankirin û şerê navçeya Cizîra Botanê de raporek amade kir û da xuyakirin, li bakurê Kurdistanê nayê hîştin ku, rêxistinên bêalî û serbixwe derbarê bûyerên binpêkirinên mafên mirovan de lêpirsînan bikin.

Bang li dewleta Tirkiyê tê kirin, demildest destûr bide Komîsertiya Bilind ya Mafên Mirovan ku li herêmê lêkolîn bike.

Tê ragehandin, 355 hezar sivîl ji cihê xwe koçber bûne herî kêm 338 sivîlan di nava pevçûnên Hêzên Ewlekariya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl de canê xwe ji dest dane.

Her wiha tê destnîşankirin, li gel ku hin sivîlan alayên spî hildabûn, ji hêla hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine kuştin û di nava 3 jêrzemînan de 130 sivîl û şervanên birîndar bi zanebûn hatine kuştin.