Kuştina Bahoz Erdal bû rojeva parlamentoya Tirkiyê

Parlamentoya Tirkiyê di meha tebaxê de bo betlaneya salane navberê dide xebatên xwe.

K24- Navenda nûçeyan

Piştî betlaneya 10 rojan, parlamentoya Tirkiyê car din dest bi xebatên xwe kir. Di rojeva parlamenteran de, daxuyaniyên Erdogan yên dawî cihekî berfireh girt. Herwiha guhertina rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê, dayîna hemwelatîbûnê ya bo penaberên Sûriyeyî û îdiaya kuştina fermandarê PKKê Bahoz Erdal nîqaşên sereke bûn. 

Derbarî vê yekê Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî Ajansa Anadolyê da ku, ji bo piştraskirina nûçeya xwe serî li Ajansên din dide û wiha axifî: " Heger Ajansa Anadolu bo piştrastkirina agahiyekê serî li Ajansên din dide, pêwîst e Ajansa Anadoluyê bi Ajansên din were girêdan. Xwedî wan biselihîne. Heger mimkûn bûna, minê daxwaz bikira ku ew gotinên Numan Beg ji tomaran bihata derxistin."

Di rojeva MHPê de jî dayîna hemwelatibûna bo penaberên Sûriyêyî hebûn. MHP îdia dike ku dayîna hemwelatîbûnê dê demografiya Tirkiyê xera bike. Herwiha dîsa îdiaya nûçeya Ajansa Anadole ya derbarê kuştina Bahoz Erdal jî di rojeva MHPê de bû.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay wiha got:"Di vê mijarê de, hê ji aliyê hikûmet û yekîneyên îstixbaratî tu agahî nehatiye piştrastkirin. Ez wan saziyan şermezar dikin ku hêj ev agahî piştrast nekiriye. Divê di demeke kurt de agahiyeke teqez bi me re hatibiya parvekirin."

Parlamentoya Tirkiyê di meha tebaxê de bo betlaneya salane navberê dide xebatên xwe. Beriya girtina parlamentoyê, yaseyeke ku ji 12 xalan pêk tê û guhertina rêziknameya navxweyî dê mijarên herî germ yên parlamentoyê bin.