Helwesta Partiyan derbarê dayîna welatîbûnê bo penaberan

Li Tirkiyê nîqaş li ser dayîna hemwelatîbûnê bo penaberên Sûriyeyî berdewam e. Di komcivînên partiyên siyasî de rexneyên giran li hemberî projeya dayîna hemwelatîbûnê hebûn û daxwaz hate kirin ku ji bo prosejeyê referandûm were danîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0742e3fa-a999-43d4-ba10-74160a07a3e6/HelwestaSerokenPartiyanLiSerDayinaHemwelatibuneBoPenabera.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê nîqaş li ser dayîna hemwelatîbûnê bo penaberên Sûriyeyî berdewam e. Di komcivînên partiyên siyasî de rexneyên giran li hemberî projeya dayîna hemwelatîbûnê hebûn û daxwaz hate kirin ku ji bo prosejeyê referandûm were danîn.

Li Tirkiyê dayîna hemwelatîbûnê bo penaberên Sûriyeyî pêşî ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan hatibû rojevê. Partiya desthilatdar AKP xwedî li projeya hemwelatîbûnê derdikeve, lê belê partiyên opozisyonê ji projeyê nerazîne û dibêjin hikûmet hesabê hilbijartin û zêdekirina dengên xwe dike.

Serokwezîr Binali Yildirim di komcivîna partiya xwe de bal kişand li ser şerê li Bosna, Iraq û Sûriyê û diyar kir ku Tirkiye çawa xwedî li gelê Bosnayê derketiye niha jî ew dê xwedî li biraderên xwe yên Sûriyeyî derkevin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nerazîbûneke tund nîşanî projeyê da. Kiliçdaroglu da zanîn ku heger hemwelatînû bo penaberên Sûriyeyî were dayîn dê li Tirkiyê bibe sedema aloziyan û diyar kir hikûmet hesabên hin tiştên din dike. Kiliçdaroglu diêje: “Armanc tiştekî dine. Dixwaze rejime nû, rejîna serokatiyê bînin. Heger armanc ev be, ev proje îxaneteke li hemberî Tirkiyê ye.  Madem ew vê projeyê tînin zima, bila fermo em projeyê bibin referandûmê.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş dibêje armanca projeyê harkirina şovenîzmê ye. Demirtaş hikûmet bi wê yekê sûcdar kir ku bi vê projeyê rojevê pûç dike û wî jî daxwaza referandûmê ragihand. Demîrtaş got jî: “Ev tê çi wateyê? Bi rojevên vala dixwaze rojeva girîng ya sereke veguherînin. Ev polîtîkayeke wisa ye ku gel neçar bike. Heger hûn gelekî bi xwe bawer bin fermo referandûmê li dar bixe û ka em binerin gel çi dibêje.”

Projeya hemwelatîbûnê di rojeva Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli de jî bû. Bahçeli da zanîn ku mafê her welatiyekî heye ku projeyê red bike û rexneyê giran li Erdogan girt û got: “Hêz û mafê tu rayedarên dewletê û siyasetmedaran nîn e ku hemwelatîbûna Tirkiyê di reştariyekê de bihêle. Her kî di fikra wê yekê de be ku welatê me radestî bermahiyên etnik bike, pêşniyaza min bo wî ew e ku nigên xwe zêde dirêj neke.”

Li aliyê din alîkarê Serokwezîr Nurettin Canikli, di sohbeta xwe ya bi rojnamegeran de da zanîn ku ew derbarê dayîna hemwelatîbûnê xebatên têr û tije dikin. Canikli tekez kir ku ew dê projeya xwe bibin serî û diyar kir ku tevkariyeke xurt ya projeyê dê li ser aboriya Tirkiyê hebe.