Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê bersivê pirsa Parlementer ê CHPyê Sezgîn Tanrikulu da
Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê bersivê pirsa Parlementerên Partiya Gel a Komarê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ko gelo DAÎŞ rêxistinek terorîst e da û got ew ê derbarê vê mijarê de lêkolînê bikin.
K24- Hewlr
Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê bersivê pirsa Parlementerên Partiya Gel a Komarê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ko gelo DAÎŞ rêxistinek terorîst e da û got ew ê derbarê vê mijarê de lêkolînê bikin.
Li ser vê yekê Tanrikulu ragihand ko 2 wateyên bersiva Midûriyeta Ewlekariyê heye. Yekem ew e ko di destê Ewlekariyê de lîsteyek terorê nîne ko DAÎŞê penase bike. Ya dî jî ew ko Midûriyeta Ewlekariyê dixwaze hin tiştên derbarê DAÎŞî de veşêre. Lewma di bersiva xwe de terorîstbûyîna DAÎŞê zelal nekiriye.
Herçiqas Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê derbarê DAÎŞê de bersivek zelal ranegihandibe jî Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û rayedarên wê dewletê gelek caran DAÎŞê wekî rêxistinel terorîst bi navkirine.