Leşkerên kodataya li Tirkiyê xwe radest dikin

Her bi berdewamiya rewşa aloz firokeyên leşkerî yên Tirkiyê ji coreya F16 wan cebilxaneyên Kodataya li taxên Enqerê dikin armanc.

K24-Navenda Nûçeyan

derbeya leşkerî ya li Tirkiyê bi ser neket û heta niha jî rewşa wî welatî aloze, medyayên Tirkiyê dîmenên komek ji Artêşa Tirkiyê ku, xwe radestî polîsan dikin belav kirin.

Li gor medyayên Tirkiyê hejmara wan leşkerên ku, xwe radestî polîsan kirîn 60 kes bûn.

Her bi berdewamiya rewşa aloz firokeyên leşkerî yên Tirkiyê ji coreya F16 wan cebilxaneyên Kodataya li taxên Enqerê dikin armanc.

Derengiya şeva borî li Tirkiyê Artêşa wî welatî bi kodetayekê rabûn û di beyanameyekê de bi navê Artêşa Tirkiyê tekez kirin ku, Encûmena aştiyê welat bi rêve dibe û rewşa awarte ragehandin.

Serokomarê Tirkiyê jî bi rêya Skybê bang li welatiyan kir ku, derkevin cadeyan û bi xwepêşandanan bikin, herwiha di gotarekî xwe de di nav cemawerek alîgirên xwe da zanîn ku, hawla kodetayê têkçû û ew kiryar bi karekî li dijî demokratiyê binav kir.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Dad a Tirkiyê ragehand ku ji destpêka kodetayê heta niha 754 leşker hatine girtin.