Hejmara kuştiyên derbeya leşkerî ya li Tirkiyê zêde bûn
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî Efgan Elî 5 ceneral û 29 efser jî ji kar dûxistin.
K240Navenda Nûçeyan
Hejmara kuştiyên derbeya Leşkerî ku, şeva borî li Tirkiyê rûdayî di encama şerûpevçûnan de bûne 90 kes û hezar û 154 birîndar.
Li gor polîsên Tirkiyê, hejmara kuştiyên derbeya leşkerî ku, şeva borî destpêkirî û heta niha jî rewşa aloz hê berdewam e giheşte 90 kesan, herwiha hezar û 154 kesên din birîndarin.
Polîsan da zanîn ku, ji wan kesên ku, hatine kuştin 16e encamderên derbeya leşkerî ne, herwiha Artêşa Tirkiyê ji aliyê xwe ve girtina hezar û 563 kesan ku, girêdana wan bi wê derbeyê hebû ragehandin.
Her derbarê bûyerê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efgan Elî 5 ceneral û 29 efser jî ji kar dûxistin.
Kesên ku, kodata pêkanîne di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyan kirin ku, ji malên xwe dernekevin û ragehandin ku, ew dê li ser şerê xwe berdewam bin.