Davutoglu: Gelê me bi derbeya leşkerî nerazî bû
"Gelê me demokratiyê dixwaze."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davudoglu ragehand ku, gelê wan demokratiyê dixwaze û ji derbeya leşkerî ne raziye.
Derbarê wê derbeya Leşkerî Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davudoglu di kongreyekî rojnamevanî de sipasî û pîrozbahiyên xwe arasteyî gelê Tirkiyê kir, da zanîn ku, gelê Tirkiyê bi ser ket û derbeya leşkerî têkçû û bi ser neket.
Davudoglu tekez kir ku, ew pêzanîn û ezmûna xwe di xizmeta partî û aliyên siyasî de ne, herwiha sipasiya kenalên Tirkiyê kir û rola wan bi girngî binavkir.