Yeldirim: Derbeya leşkerî ji PKKê xiraptir bû
Yeldirim da zanîn ku, kesên ew tawan encamdane ser bi grûpên terorî ve ne û bo dadgehan têne veguheztin daku, sizayên xwe werbigrin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê bînalî Yeldirim ragehand ku, ew li welatê wî rûdayî û ew grûpa teroristî derbeya leşkerî encamdayîn ji PKK xirabitire.
Di gotarekî xwe de Serokwezîrê Tirkiyê bînalî Yeldirim ragehand ku, hejmarek ji welatên dost pêweniya wan krin û tekezî li ser piştevaniya xwe bo Tirkiyê kirin.
Yeldirim da zanîn ku, kesên ew tawan encamdane ser bi grûpên terorî ve ne û bo dadgehan têne veguheztin daku, sizayên xwe werbigrin.Herwiha sipasiya partiyên opozîsyon û rêxistinên civaka sivîl kir ku, piştevaniya dewletê kirin.
Yeldirim roja derbeya leşkerî bi cejna demokratiyê binavkir, aûkere kir ku, di encama wê derbeyê de 161 welatî û karmendên polîs canê xwe ji dest dane, herwiha hezar û 440 kesên din birîndarbûne, hejmara leşkerên ku, hatine girtin 839 kesin.