Rê ya Encerlîk hat daxistin
Kunsilxane ya Emerîkayê li Turkîayê ragehand: Bi eger a wê rewş a nû li Turkîayê, Elikitrîk ji nivîsîngeh a wan hatîye birrîn û rê ya serekî ya Encerlîk jî hatîye daxistin.
K24- Hewlêr
Kunsilxane ya Emerîkayê li Turkîayê ragehand: Bi eger a wê rewş a nû li Turkîayê, Elikitrîk ji nivîsîngeh a wan hatîye birrîn û rê ya serekî ya Encerlîk jî hatîye daxistin.
Kudeta ya supa yê Turkîyayê ku şev a burî destpêkir û evro sipêdeyê şikesthînan a wê hat ragehandin û bû eger a hejan a Turkîyayê.
Kunsilxane ya Emerîkayê xuya kir: hêj nahê zanîn eger ên birran a elikitrîk a nivîsîngeh a wan çiye.
Aşkera jî kir, rê ya hatûçûn a firokexane ya Encerlîk hatîye daxistin.
Heya niha jî eger a daxistin a Encerlîk aşkera nebûye.
Bingeh a asmanî ya Encerlîk şûn a firîn a wan firoke yên operasyûn ên Hevpeymanî ya Nêvdewletî ya dijî Daişê ye.