Kudetaçîyan bi vî awayî fêl ji serbazan kirin
Serbaz ên supa yê Turkîayê ku pişkdarî di kudeta ya serbazî de kiribûn, ragehandin ku fêl li wan hatîye kirin û nezanîne bo encamdan a kudeta ya serbazî wan diben nav bajar û ser cadeyan.
K24- Hewlêr
Serbaz ên supa yê Turkîayê ku pişkdarî di kudeta ya serbazî de kiribûn, ragehandin ku fêl li wan hatîye kirin û nezanîne bo encamdan a kudeta ya serbazî wan diben nav bajar û ser cadeyan.
Serbaz ên pişikdar di kodeta ya serbazî ya Istanbûl û Enqereyê ya paytext de, piştî ku xwe radest ê polîs û xelkê kirin, ragehandin: Fermandar ên serbazî, fermandane wan ku bo nimayîş a serbazî xwe amade dikin û diçin nav bajar.
Herweha serbazan gotin: Ew dem a ku xelk hatin ser otombîl û tank ên me wê çaxê wan zanîye ku kudeta ya serbazî bûye û fêl li wan hatîye kirin.