Tirkiyê: Hin encamderên kodetayê li Stenbolê li ber xwe didin
Hemû navçeyên welat di bin kontirola wan de ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsekî mezin yê Tirkiyê ragehand ku, hin encamderên derbeya leşkerî heta niha li bajarê Stenbolê li ber xwe didin û hê nehate girtin, tekez kir ku, hemû navçeyên welat di bin kontirola wan de ne.
Derbarê vê yekê ajansa Reutesê li ser zarê berpirsekî Tirkiyê ragehand ku, komek ji encamderên kodetaya têkçûyî li Tirkiyê heta niha li bajarê Stenbilê veşartîne û li ber xwe didin, da zanîn ku, ew dê di demekî nêzîk de wan bigrin.
Wî berpirsê Tirkiyê ragehand ku, hemû navçeyên welat hatine kontirolkirin.
Di 15ê vê mehê de ji aliyê komek endamên Artêşa Tirkiyê hawla kodetaya leşkerî hate kirin, lê piştî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan bi rêya mûbaylê daxwaz ji welatiyan kir dakevin cadeyan kodete têkçû.