Li Tirkiyê binpêkirina mafên mirovan û raporta HRWê
Piştî raporta Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) li Tirkiyê careke din mijara binpêkirina mafên mirovan kete rojevê. Ji NY heta Emerîkayê bang li Tirkiyê kirin ku dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne.
 
                        K24 – Enqere
Piştî raporta Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) li Tirkiyê careke din mijara binpêkirina mafên mirovan kete rojevê. Ji NY heta Emerîkayê bang li Tirkiyê kirin ku dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne.
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) di raporta xwe ragihand ku, li Tirkiyê di serdema operasyonan de lêpirsîn û lêgerîna di warê binpêkirina mafên mirovan de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye astengkirin. Di raportê de hatiye gotin ku li 22 bajarên Kurdan rewşên awarte hatine ragihandin, vê kiryarê rê li ber belgekirina binpêkirina mafên mirovan ya li hemberî kesên sivîl girtiye. Rêxistin dixwaze ku hikûmeta Tirkiyê ji bo ketine herêmê û lêkolîna vê mijarê di zûtirîn dem de, destûrê bide Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî.
Endamê Encûmena CHPê Yildirim Kaya got: "Beriya salên 1980 û piştî 1990î mafên gelek mirovan li Tirkiyê hatiye binpêkirin. Mixabin di van 5 salên dawîn de ev yek derketiye asta herî jor. Hikûmetê nehişt şandeyên CHPê jî bikevin Cizîrê, Sûrê ne jî Colemêrgê. Niha jî destûrê nadin ne NY, ne jî Rêxistinên Navneteweyî. Ger sûcekî we tune be, hûn çima deriyên xwe ji rêxistinan re digirin? Diyar e li wan deveran sûc tên kirin. Baş zanin ku li wan deveran bi dehan zarok hatine kuştin."
Herwiha HRW di heman demê dide zanîn ku, ligel wan ji bo ketina herêmê destûr bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Mafên Mirovan û Rêxistina Bijîşkan nehatiye dayîn û lêgerînên wan jî hatine astengkirin. Lêkolînera Rêxistinê ya Tirkiyê jî li ser vê mijarê da zanîn ji ber ku hikûmeta Tirkiyê bi awayekî cidî gelek bajarên li herêma Kurdan dorpêç kiriye, wan gûmanêm girtina ser hinek tiştan xurtir dike.
Li gorî raporta rêxistinê li Cizîrê 338 mirovên sivîl hatine kuştin. Herwiha li gorî agahiyeke din ya ku balkêş e, rêxistin îdia dike ku 130 kesên sivîl li Cizîrê bê sûc û sedem di wan jêr zemînan de ji aliyê hêzên ewlakriyê hatine kuştin.
Mamosteyê Zanîngeha Sêrtê Doç.Dr. Abdullah Unalan di vêr derbarê de dibêje: "Ji roja komar ava bûye, ne demokrasî rûniştiye, ne jî dewlet bi xelkê xwe re li hev hatiye. Astengiyên di warê mafên mirovan de li Tirkiyê dibin sedema gelek kêşeyan. Li herêmê ez bawer nakim ku, bi zanebûn bi destê dewletê kes hatibe kuştin, lê baweriya min heye ku, hinek komên reştarî ku di nava dewletê de mafên mirovan binpê dikin."
Li gorî welatên cîhanê, Tirkiye di warê binpêkirina mafên mirovan de di rêzika sêyemîn de cih digire. Li gorî raporta dawiya sala 2015 ya Dadgeha Mafên Mirovan Ya Ewropayê derbarê Tirkiyê de 8 hezar û 450 doz hatine vekirin. 3 hezar û 182 doz jê di warê binpêkirina mafên mirovan de ne; di biryara 2 hezar û 812 dozan de jî Tirkiye sûcdar hatiye dîtin. Hejmara dozên di warê daraza adil de jî 821 e. Heta niha jî 20 dozan encam daye û Tirkiye sûcdar hatiye dîtin.
Di raportê de hejmara dozên wek binpêkirina mafên ewlekariyê û azadiyan 685, binpêkirina dirêjahiya mêweya darazê 582 û binpêkirina mafê mikûyetê 647 hatiye destnîşankirin. Bi boçûna dîplomat û parlamenterê CHPê yê berê Riza Tuzmen di van şertan de di warê binpêkirina mafên mirovan de, Tirkiye li gorî salê 1990î di rewşeke hîn xiraptir de ye.
