Erdogan: Heke Perleman siza ya sêdaredanê qibûl bike ez jî dê qibûl bikim
Receb Teyîb Erdogan, di yekem dîdar a xwe ya telefizyûnî de, piştî şikest a kudeta ya serbazî, ragehand: Eger perleman rezî bibe li ser sêdaredan a kudetaçîyan, ez jî dê wajû bikim.
K24- Hewlêr
Receb Teyîb Erdogan, di yekem dîdar a xwe ya telefizyûnî de, piştî şikest a kudeta ya serbazî, ragehand: Eger perleman rezî bibe li ser sêdaredan a kudetaçîyan, ez jî dê wajû bikim.
Berê Erdogan î Fethulla Gulen rêber ê girûp a Raje tuhemtbar kiribû ku li pişt evê hewlê ye, lê gulenî ev tuhemt red kir.
Serok komar ê Turkîya di gotarekê de daxwaz ji Emerîkatyê kir, yan gulen bigire yan jî radestê Turkîyayê bike, lê berpirs ên bilind ên Emerîkayê ragehandin ku heya niha bi fermî çi daxwazî bi vî awayî ji alî yê Turkîyayê ve negehiştîye wan.
Li bersiv a Televizyûn a CNN a Emerîkayî, li ser radestkirin a Gulen bi Turkîyayê re ji alî yê Emerîkayê ve, Erdogan got: Em li gel Emerîkayê hevpeyamnîn û me rêkkevtin heye ku tawanbaran radest ê hevdû bikîn, eger ew daxwazek a weha li me bikin em dê bicih bihînîn, niha jî me ew daxwaz ji wan heye divê ew jî beriv a me bidin.
Pîter Kok, gotebêj ê wezaret a derve yê Emerîkayê, demekê berî niha di kongireyek a rojanmevanî de ragehand ku Gulen aştîxwaze û mirovek bê arîşye.
Fethulla Gulen ku zêdetir wek gazîkarekê Îslamî nasîyaîye, demeke bi eger a cudahî yên wî li gel berpirs ên Akpartî û sîyaset ên Erdogan , li Emerîkayê jîyan xwe bi ser dibe.
Gulen li gundek ê Pensilvanî ya di koçkekê de dijît û rûber ê wê zevî ya ew têdeye,28 donim dibe û pasevan ên taybet heye.