Li Tirkiyê girtina dadwer û dozgeran berdewam e
Piştî hewldana darbeyê, bang li hemû endamên darazê hatibû kirin ku, vegerin li ser erkên xwe û herwiha hemû destûrên wan hatibû asêkirin.
K24-Enqerê
Li Tirkiyê piştî pêşî li hewldana darbeyî hate girtin, di gelek saziyên dewletê de, operasyon dest pê kirin. Herwiha daraz jî ji van operasyonan bêpar nema û nêzî 3 hezar dadger û dozger ji peywîrê hatin girtin û paşê jî derbarê wan de biryara desteserkirinê hate dayîn.
Tirkiye di rojên herî germ de derbas dibe. Di 15ê Tîrmehê de, piştî 36 salan careke din darbeyeke leşkerî hate plankirin. Lê belê li ser banga endamên hikûmetê û Serokkomarê Tirkiyê gel daketin meydanan û nehiştin hewla darbeyê biçe serî. Piştî rê li ber darbeyê hate girtin. Leşkerên têkildarî bi darveyê hebûn yek bi yek hatin desteserkirin û paşê jî dor hate ser darazê.
2745 dadger û dozger têkildarî bi darbeyê hate dîtin û derbarê wan de biryara girtinê hate dayîn.
Piştî vê yekê ji Lijneya Dadger û Dozgeran bi daxuyaniyekê ragihand ku "hemû dadger û dozgerên derbarê wan de biryara girtinê heye xwe di odeyên xwe de digirin û red dikin ku xwe radestî hêzên asayîşê bikin. Lê belê ew kesên ji peywîrê hatine girtin êdî ne endamê darazê ne û tu hikmê wan dozger û dadgeran nemaye. "
Bi vê yekê saziya herî bilind ya Dadger û Dozgeran tayîn dike û wan ji erkê dûr dixin qebûl kir ku ew dadger û dozger têkildarî bi hewldana darbeyê hene.
Li aliyê din, hindek endamên dadgehên bilind jî tên sûcdarkirin ku têkildariya wan bi darbeyê hene û derbarê wan de biryara desteserkirinê hate derxistin. Li gorî vê yekê, derbarê 48 endamên Dadgeha Dewletê, 140 endamên Dadgeha Bilin, 5 endamên Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran û 2 endamên Dadgeha destûra Bingehîn de biryara desteserkirinê hate derxistin.
Piştî hewldana darbeyê, bang li hemû endamên darazê hatibû kirin ku, vegerin li ser erkên xwe û herwiha hemû destûrên wan hatibû asêkirin.