Li Tirkiyê danûstandinên ser "Darvekirinê" dest pê kir

Tirkiye yek ji endamê Konseya Ewropayê ye û ji bo bibe Endamê Yekîtiya Ewropayê jî gotûbêjên xwe berdewam dike. Ji lewra li Tirkiyê egera vegerandina cezayê darvekirinê gelekî kêm e.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3d3a4952-8dd3-4edc-801d-29d02330c1e2/NiqashenLiSerDarvekirine.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê piştî hewla darbeyê, operasyonên binçavkirinê û nîqaşên li ser dardekirinê dest pê kir. Daxuyaniya Serokkomar Erdogan ya wek dibe ku yaseya dardekirinê vegere li parlamentoyê deng veda. Helwesta CHPê ne zelal e, lê belê MHP bi erênî li dardekirinê dinehire.

Li Tirkiyê rojev vegerandina yaseya dardekirinê ye. Mijara dardekirinê di mitînga Serokkomar Erdogan ya li avahiya ya li Kisikli kete rojevê. Di mitîngê de li ser bangê "Em dardekirinê dixwazin" Erdogan gotibû "Em dê vê mijarê bi partiyên muxalefetê re gotibêj bikin".

Piştî vê daxuyaniya Serokkomar Erdogan, li parlamentoyê jî mijar hate rojevê. MHPê yekser piştgiriya xwe ragihand lê belê helwesta CHPê ne zelal e û dibêjin pêwîste hikûmet bi hêstyarî nêzîkî vê mijarê nebe.

Derbarê vê yekê Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok wiha got:" Muxatabê vê mijarê hikûmete. Pêwîst dike ku hikûmet vê mijarê ji her cûre hêstên xwe dûr binirxîne. Heta niha pêşniyazeke bi vî rengî negihiştiye me. Divê mirov bi ewlê selîm tevbigere."

Li aliyê din, MHPê jî helwesta xwe ya derbarê dardekirinê aşkere kir. MHP da xuyakirin ku ew ê piştgiriyê bidin yaseya dardekirinê û dixwaze derbarê hewldana darbeyê de li parlamentoyê komisyoneke lêkolînê were damezrandin.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay wiha axifî:"Heger hikûmet bixwaze cezayê dardekirinê vegerîne, helbet digel vê daxwaze gelê me yê ezîz em ê bê bersiv nemînin û piştgiriyê bidin hikûmetê."

Cezayê dardekirinê di sala 1984an de dest pê kir û di sala 2004an hate rakirin. Li gorî Danezana Mafên Bingehîn ya Yekîtiya Ewropa cezayê dardekirinê qedexeye. Herwiha li dewletên endamên Konseya Ewropayê jî ev ceza qedexe ye. Tirkiye yek ji endamê Konseya Ewropayê ye û ji bo bibe Endamê Yekîtiya Ewropayê jî gotûbêjên xwe berdewam dike.  Ji lewra li Tirkiyê egera vegerandina cezayê darvekirinê gelekî kêm e.