CHPê li hember rewşa awarte nerazîbûn nîşan da
Partiya Komarya gel (CHP), li hemberî raghandina rewşa awarte bertek nîşan da û wê yekê bi derbeyeke sivîlî dizane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Komarya gel (CHP), li hemberî raghandina rewşa awarte bertek nîşan da û wê yekê bi derbeyeke sivîlî dizane.
Cêgrê Serokê Koma CHPê di parlamentoya Tirkyê de, Ozgur Ozel ji (CNN) ya Tirkî re axivî û got: “Raghandina rewşa awarte bêyî parlamentoyê bê wefatî û nankûrî ye û heta derbeyeke sivîlî ye jî.
Ozel got jî, pêwîst bû pêşniyara raghandina rewşa awarte, berya ku bibe biryar, pêwîst bû ji alyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatiba pejrandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di konfiranseke rojnamevanî de, li Tirkiyê 3 meh wek rewşa awarta ragihand û amaje bi wê yekê kir ku, Tirkiye di hestiyartirîn qonaxa dîrokî re derbas dibe.