Rewşa awarte çi ye û encamên wê dê çi bin?
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna Lijneya Ewlekariya Netewî, li Tirkiyê heta 3 meh rewşa awarte ragihand. Ev biryar desthilatdariyeke mezin dide hikûmeta Tirkiyê. Desthilatdariya herî girîng jî ew e ku, êdî hikûmet dikare biryarnameyên di hûkma yasayan de derbixe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna Lijneya Ewlekariya Netewî, li Tirkiyê heta 3 meh rewşa awarte ragihand. Ev biryar desthilatdariyeke mezin dide hikûmeta Tirkiyê. Desthilatdariya herî girîng jî ew e ku, êdî hikûmet dikare biryarnameyên di hûkma yasayan de derbixe.
Tirkiye nêzikê hefteyekiye ji rojên gelek aloz û dîrokî derbas dibe. Di encama hewla derbaya leşkerî a 15ê Tîrmehê sedan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn, herwiha hezaran leşker, polîs û karmendên dewletê hatin binçavkirin û ji kar hatin dûrxistin.
Di çarçoveya van bûyeran de duh şev Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyeyê di Serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de civiya û derbarê dahatûya Tirkiyê de biryarên girîng stand. Erdogan piştî kombûnê Lijneya Ewlekariya Netewî civînek çapemeniyê pêk anî û da zanîn ku, wan li Tirkiyeyê heta 3 mehan biryara ragihandina rewşa awarteyê da.
Li gor Makezagona Tirkiyê ya xalên 119emîn û 120emîn rewşa awarte di çarçoveya 4 bûyerên mezin de tê ragihandin. Li gor xala 119 mîn ya makezagona Tirkiyê ger welêt bi karesatekî xwezayî, qeyrana aborî û nexweşiyên belavbûyî re rû bi rû bimîne, rewşa awarte tê ragihandin.
Lêbelê Serokomar Erdogan rewşa awarteyê li gor xala 120emîn ragihand.
Li gor wê yasayayê ger li welêt tûndî û dijitî belav bibe, aramiya civakê têk biçe, maf û azadiyên bingehîn û demokrasî bikeve xetereyê rewşa awarte dikare were ragihandin.
Herçiqas bi hinceta demokrasî nekeve xetereyê ev biryar hatibe girtin jî, dê encamên wê ne demokratîk be. Lewra Erdogan û hikûmeta Tirkiyê êdî desthilatdar e ku qedexeya derketina derva rabigihîne. Polîs û hêzên leşkerî li gor berê dikarin bi hêsantir destêwerdana mirovan bikin û li ser wan û mal û cihên lêgerîn bikin.
Kombûn, çalakî, xwenişandan di çarçoveya vê biryarê de tên qedexe kirin. Herwiha dewleta Tirkiyê pêwîst bibîne dikare rojname, kovar, pirtûkan û hemû weşanên çi niviskî çi jî dîtbarî qedexe bike. Encama herî mezin a Rewşa Awarteyê ew ku, êdî lijneya wezîran dikare biryarnameyên di hûkma yasayan de derbixe. Ev jî dê pêvajoya dêrxistina yasayan lezgîntr bike.
Dema rewşa awarteyê herî zêde 6 meh in. Piştî 6 mehan Lijneya Wezîran desthilatdar e, dema rewşa awarteyê dirêjtir jî bike.
Piştî van bûyerên aloz û dîrokî raya giştî ya Tirkiyê nîgeran e ku, gelo ragihandina Rewşa Awarteyê dê bandorek çawa li ser dahatûya aborî û siyasî ya Tirkiyeyê bike.