Parlamentoya Tirkiyê Rewşa Awarte pesend kir
Parlamentoya Tirkiyê bi 346 dengan bo heyama 3 mehan ragehandina Rewşa Awarte pesend kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Tirkiyê bi 346 dengan bo heyama 3 mehan ragehandina Rewşa Awarte pesend kir.
Duh, Desteya Ewlekariya Netewî bi serpereştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya û biryar da ku, li Tirkiye rewşa awarte bê ragehandin û ev yek pêşniyarê hikûmetê hat kirin.
Biryara hikûmetê ji hêla Serokomar ve hat aşkerakirin. Erdogan got, rewşa awarte bo parastina hiqûq, demokrasî û mafê mirovan tê ragehandin.
Biryara Encûmena Wezîran îro di Parlamentoya Tirkiyê de hat gotûbêjkirin. Nûnerên HDP û CHP'ê aşkere kirin ku, pêwîstiya rewşa awarte nîne û dijî vê derketin. Biryar bi dengên AK Partî û MHP hat pesend kirin.
Piştî ku biryar ji hêla Serokomar ve bê îmzekirin û di rojnameya resmî de bê weşandin, dê were cîbicîkirin.