Erdogan: Kêmasî yên dezgeh a saloxdanîyê hebûn ji kudeta ya serbazî

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje di hewla derbeya leşkerî de kêmasiyên îstîxbaratê hebûn.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje di hewla derbeya leşkerî de kêmasiyên îstîxbaratê hebûn.

Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ligel Ajanasa Reutersê de diyar kir ko pêwîst nake ko ew kêmasiyên îstîxbarata Tirkiyeyê ya di hewla derbeya leşkerî de veşêrin. Erdogan got roja derbeyê danê êvarê ew ji aliyê zavayê xwe ve hatiye agahdarkirin. Herçiqas wî xwestibe bi riya telefonê xwe bigihîne Serokê Îstîxbaratê Hakan Fîdan jî lê Fîdan nekariye bersiva wî bide.

Erdogan herwiha diyar kir pêwîst bike ew ê rewşa awarteyê 3 mehan din jî dirêjtir bikin. Lewra egera derbeyeka din jî heye.