Bandor a rewşa awarte li ser bakur a Kurdistanê

Cara ewil e ku li temamê Tirkiyê rewşa awarte tê ragihandin lêbelê heta beriya 14 salan jî li bakurê Kurdistanê rewşa awarte hebû. Çavdêrên siyasî û hiqûqnas dibêjin, dibe ku vê carê Kurd rasterast ji rewşa awarte bandoreke neyînî nebînin lêbelê di berdewamiya rewşa awarte de tê pêşdîtin ku pêlek li Kurdan jî bide.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0b2fb359-615d-465f-a415-95999f33a897/bandore.ism/manifest

K24-Amed

Cara ewil e ku li temamê Tirkiyê rewşa awarte tê ragihandin lêbelê heta beriya 14 salan jî li bakurê Kurdistanê rewşa awarte hebû. Çavdêrên siyasî û hiqûqnas dibêjin, dibe ku vê carê Kurd rasterast ji rewşa awarte bandoreke neyînî nebînin lêbelê di berdewamiya rewşa awarte de tê pêşdîtin ku pêlek li Kurdan jî bide.

Ji ber şerê di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê û dewleta Tirkiyê de cara ewil di sala 1987an de Rewşa Awarte hat ragihandin. Hingê bakurê Kurdistanê ji aliyê parêzgerekî xwedî rayeyeke berfireh ve hat îdarekirin. Cara ewil li Diyarbekir, Bîngol, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsîm, Wan, Semsûr, Bedlîs û Mûşê rewşa awarte hat îlankirin. Di sala 1990an de Êlih û Şirnex bûn bajar û li herdu bajarên navborî jî rewşa awarte destpê kir. Hiqûqnas Fahrî Karakoyunlu dibêje, vê carê pirsgirêk ne di nava Kurd û dewletê de ye; di nava dewletê bi xwe de ye û dê bandoreke gelek neyînî li ser Kurdan çêneke.

Fahrî Karakoyunlu – Hiqûqnas, dibêje:"Di vê pêlê de dê dewlet bixwaze meseleya di nava xwe de çareser bike. Mimkûn e ku di pêla duduyan de li Kurdistanê bandoreke neyînî bê xûyakirin. Lê belê li gorî min ew jî dê li ser jiyana xelkê guherandinên mezin peyda neke."

Ji ber ku şerê PKKê û dewletê di salên 1996an de sist bû, li bajarên wek Elezîz, Mêrdîn, Mûş, Bîngol, Êlih, Sêrt û Wanê rewşa awarte hat rakirin. Dema ku Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) di sala 2002an de bû desthilatdar li temamê bakur dawî li rewşa awarte anî. Lê piştî 14 salan vê carê AK Partiyê ji ber hewla derbeya leşkerî ji bo 3 mehan li temamê Tirkiyê rewşa awarte ragihand. Li gorî nivîskar û çavdêrê siyasî Tahsîn Sever, ji ber ku Kurd bi rewşa awarte mezin bûne vê carê jî dê bandoreke mezin û neyînî ji rewşa awarte bibînin.

Tahsîn Sever - Nivîskar û çavdêrê siyasî, got:"Him ji aliyê fikr û raman de, him ji aliyê mafê civakî de, him jî ji aliyê mafên siyasî de em ê gelek tişt di pêşerojê de bibînin. Ev dê werin sînordarkirin, dê bêne qedexekirin. Lewra ji xwe ev rejîm bi xwe ev e. Yanî sînoran neyne nayê meşadin."

Li bakurê Kurdistanê tam 23 salan rewşa awarte dewam kir, ji her aliyên civakê ji 33 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dan. Li gorî doneyên Komîsyona Lêgerînê ya Parlementoya Tirkiyê, ji 4 hezaran zêdetir gûndên bakur hatin valakirin, kêmzêde 4 milyon kes ji gund û warên xwe koç kirin. Xelkê bakurê Kurdistanê aşinayê rewşa awarte ne, ew naxwazin hê birînên 23 salan derman nekirîn careke din raboriya xwe bijîn.